Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joe Biden li Michiganê jî bi Ser Ket


Pêşhilbijartinên Demokratan yên bo dîyarkirina berbijarê hilbijartina seroktîya Amerîka ya 2020’an dewam dikin.

Ji berbijaran Cîgirê Serokê Amerîka yê Berê Joe Biden, ku di Sêşema Super de qezenc kiribû, serketina xwe vê hefteyê jî domand.

Biden li Michigan ya bi 125 delege, ku bo dîyarkirina berbijarê Demokrat yek ji eyaletên herî girîng e, berbijarê din yê li pêş Senatorê Vermontê Bernie Sanders derbaz kir.

Ew li Mississippi û Missouri jî bi ser ket û bi hejmara delegeyên xwe ferq mezin kir. Wî di Sêşama Super de, ji 14 eyaletan li 10’an berbijarên din li dû xwe hiştibûn.

Berî hibijartinên vê hefteyê, Biden ji 18 eyaletan 670 û Sanders jî 574 delege kom kiribûn.

Berbijarê Demokrat yê bo seroktîya Amerîka divê piştgirîya 1991 delegeyan bistîne.

Encamên pêşhilbijartinê yên li Idaho, Dakota Bakur û Washingtonê hîn eşkere nebûne û li ber e ku bi wan eyaletan re Biden ferqê hîn jî mezintir bike.

Berbijarên din yên ji hilbijartinê vekişîbûn, Kamala Harris û Cory Booker dîyar kiribûn ku ewê piştgirîya Joe Biden bikin.

Ji alîyê din ve metirsîya belavbûna vîrusa korona cara pêşî bandor bi awayekî berbiçav bandor li pêşhilbijartinên Demokratan kir.

Biden û Sanders mîtîngên xwe yên li Clevelandê betal kirin.

XS
SM
MD
LG