Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Misilman di Têkoşîna Dijî Korona de Rêberîyê Dikin


Serokê Amerîka Joe Biden Remezana Misilmanên li welêt û yên li seranserê cîhanê pîroz kir.

Biden dîyar kir ku ewê jiber pandemîya vîrusa korona îsal kombûn û pîrozbahî tune bin, lê da zanîn ku dîsa jî komên Misilman bi hêvîya nû pêşwazîya meha Remezanê dikin.

‘’Amerîkîyên Misilman welatê me ji destpêka avabûna wê ve xurttir kirin. Ew wek Amerîka ya di avabûna wê de alîkarî kirine li ser xwe ne û bi rengên cuda ne.’’ Biden got.

Wî dîyar kir ku Misilman di têkoşîna dijî vîrusa korona de rêberîyê dikin, di çêkirina vaksînan de roleke pêşeng dilizîn û karmendên wan yên saxlemîyê di têkoşînê de li rêzên pêşî ne.

Serokê Amerîka da zanîn ku dîsa jî Misilmanên Amerîkî rastî zordestî û kiryarên nefretê tên û dîyar kir ku divê ew bi dawî bibin û li welêt herkes bêtirs bawerîya xwe bijî.

Biden got ku çalakîyên Remezanê yên Qesira Sipî dê îsal bi awayekî onlayn li dar kevin û dîyar kir ku ew hêvî dikin ku di sala pêş de ew vê mehê rûbirû pîroz bikin.

XS
SM
MD
LG