Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Hemî Amerîkî Dê Heta 19'ê Nîsanê Mafê Karanîna Vaksînê Bistînin


Serokê Amerîka Joe Biden li Qesira Sipî dîyar kir ku ew hewil didin ku heta 19’ê Nîsanê temamê gihiştiyên li welêt mafê karanîna vaksîna vîrusa korona bi dest xin.

Biden ferman da eyaletan ku heta 19’ê Nîsanê bo kesên 18 salî û ji wî temenî mezintir destûra karanîna vaksînê bidin.

Bo kesên ji 16 salî biçûktir hîn ti vaksîn nehatiye pejirandin, lê testên bo wê komê didomin.

Piranîya eyaletên Amerîka dîyar kiribin ku ewê navendan vaksînan berî dîroka ku tê plan kirin ji hemî gihiştiyan re vekin.

Serok Biden da zanîn ku karên ew niha dikin dê dîyar bike ku ew di Nîsan, Hezîran û Gulanê de çend kesan difilitînin û hinda dikin.

Biden dîyar kir ku pirtir ji 80 ji sedê mamoste û xebatkarên dibistanan herî kêm dozeke vaksînan li xwe xistine, lê bal kişand ku cureyên nû yên vîrusa korona jî belav dibin.

‘’Hîn jî gelek xebatên divê em bikin hene. Hîn jî em di şerekî man û nemanê de ne.’’ Biden got.

Biden di Rêbendanê de hatibû ser kar û armanca wî ya pêşî di 100 rojên pêşî yên seroktîyê de karanîna 100 mîlyon vaksîn bû ku ew armanc niha heta dawîya Nîsanê karanîna 200 mîlyon vaksîn e.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG