Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Bo Toleyên Dijî Rêberên Cuntaya Myanmar Amadekarîyan Dike


Serokê Amerîka Joe Biden li ser rewşa Myanmar diaxifi
Serokê Amerîka Joe Biden li ser rewşa Myanmar diaxifi

Serokê Amerîka Joe Biden îro Çarşemê dîyar kir ku wî fermaneke qanûnder îmza kirîye da ku rê li ber toleyên endamên artêşa Myanmar û karsazîyên wan vebike.

Artêşa Myanmar 1'ê Sibatê de dijî hikûmeta hilbijartî darbeya leşkerî pêk anî û desthilatdarîya welat bi dest xist.

Hevdem, artêşê rêberên sîyasî yên bijartî jî dester kir.

Biden ragihand ku fermana qanûnder ewê derfetê bide rêvebirîya wî da ku hemberî rêberên artêşê ku pêşengîya darbeya leşkerî kirine, dijî berjewendîyên wan yên karsazîyê û herwiha endamên nêz yên malbatên wan toleyan dîyar bike.

Artêşa Myanmar bi îdaya hîle û sextekarîyên di hilbijarina Mijdara 2020'an de, tevî xwedîyê xelata Nobelê Aung San Suu Kyi jî rêberên sivîl girtin.

Hevdem, artêşê rewşa awarte ya salekê ragihand.

Herwiha, Biden cemidandina 1 mîlyar $ ya diravên hikûmeta Burma (Myanmar) ya li Amerîka ye " ragihand ku dê pêşî li generalên bigire da ku nikaribin xwe bigehînin wan diravan.

Lê, Biden bi taybetî navên kesên ku dê nava lista toleyan de be, eşkere nekir.







XS
SM
MD
LG