Serokê Amerîka Joe Biden bo serdaneke çar rojan ya Ewrupa îro Çarşemê ji Qesra Sipî derket rê.
Biden wê li Ewrupa bi armanca ku li wir bi hevalbendên serekî re bicive da ku dagîrkirina Rûsya ya li Ukrayna gotûbêj bike.
Berîya ku derkeve rê, Biden ji rojnamevanan re got ku îhtîmal e ku Rûsya di şerê Ukrayna de çekên kîmyayî bikar bîne û ev "xeterîyeke rastîn e."
Wî got ku ewê ji rêberên ku ewê hevdîtanan bike re, ser vê mijarê rasterast bêtir agahîyê pêşkeş bike.
Fîkar hene ku Rûsya çekên kîmyewî yan navokî bikar bîne; jiber ku êrîşa wê bi sedema pirsgirêkên lojîstîkî û berxwedana xurt ya Ukrayna sekinîye.
Ew, pêşî diçe Brukselê ku sibe Pêncşemê beşdarî hilcivîna awarte ya rêberên NATO'yê bibe ku ewê êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna nîqaş bikin.
Biden herwiha wê beşdarî civînên Yekîtîya Ewrupa(YE) û Koma Heftan (G7) ya ku welatên herî dewlemend yên demokrasîyê yên cîhanê di nav de ne, bibe.
Serok Biden ewê roja Înîyê biçe Warşova da ku bi karbidestên Polonyayî re hevdîtinan bike.