Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Paketa 1,9 Trîlyon Dolarî Îmza Dike


Serok Joe Biden paketa vîrusa korona ya 1,9 trîlyon dolarî roja Pêncşemê îmza kir.

Qesira Sipî ragihand ku ewê alîkarîyên bo teşwîqkirinê ji dawîya hefteyê pê ve di hesabên bankayan kevin.

Ew paketa ku yek ji paketên herî mezin yên dîroka Amerîka ye, wek serketina pêşî ya dema seroktîya Joe Biden tê dîtin.

Qesira Sipî berê dîyar kiribû ku Biden plan dike ku paketê roja Înê îmza bike.

Bi wê paketa 1,9 trîlyon dolarî, bo alîkarîya rastexwe 400 mîlyar dolar û bo eyalet û rêvebirîyên herêmî jî 350 mîlyar dola hatiye veqetandin.

Dîsa bi paketê dê malbatên bi zarok kêmtir bacê bidin û karên bo belavkirina vaksînan jî dê were berfireh kirin.

Civata Nûneran ya berê jî paket pejirandibû, bi guherandinên li Civata Senatoran ew roja Çarşemê careke din erê kir.

Di dengdanê de tevî Demokratan, 40 Komarîyan jî paket pejirandin.

Anket raber dikin ku hilbijêrên Komarî jî piştgirîyê didin paketê. Li gor anketa Reuters/Ipsosê ji her 10 Komarîyan 5, ji her 10 Demokratan jî 9 piştgirîya paketê dikin.

XS
SM
MD
LG