Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Aborîya Amerîka Dê bi Paketa Alîkarîyê Baştir Bibe


Serok Joe Biden, ku dê bo danasîna paketa alîkarîyê ya 1,9 trîlyon dolarî here hin eyaletan, berî serdana xwe li Qesira Sipî axifî.

Biden dîyar kir ku paketa alîkarîyê dê jîyana rojane ya Amerîkîyan biguherîne û bal kişand ku di paketê de tiştên wek dirêjkirina sîgortaya bêkarîyê, berfirehkirina sîgortaya saxlemîyê, bi awayekî ewle vekirina dibistanan heye.

Wî da zanîn ku ewê bi paketê bi mîlyonan malbat bo xwarinê alîkarîyê bistînin, hejmara zarokên di feqîrîyê de dijîn nîvenîv kêm bibe û li seranserê Amerîka aborîye baştir çêbe.

Serok Biden got ku bi qasî pejirandina paketa alîkarîyê, belavkirina alîkarîyan jî girîng e û dîyar kir ku bo belavkirineke wekhev, bi bandor û bê gendelî xebateke rind hewce ye.

Biden dîyar kir ku di dema Serokê berê Donald Trump de, di belavkirina alîkarîyan de kêşeyên ser parvekirina adil çêbûne û da zanîn ku bo ew peyvajo rast bimeşe wî ji şîretvanên aborî yên berê Qesira Sipî Gene Sperling erkdar kiriye.

Paketa alîkarîyê li Kongresê bi piştgirîya Demokratan hatibû pejirandin û Biden ew roja Pêncşemê îmza kiribû.

Li gor anketeke CBS’ê, 75 ji sedê Amerîkîyan piştgirîyê didin paketê.

XS
SM
MD
LG