Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Paketa Ser Nûkirina Binesazîyê Radigihîne


Serok Joe Biden paketa 2,3 trîlyon dolarî ya ser nûkirina binesazîyê eşkere kir.

Biden qonaxa pêşî ya planê li Pittsburghê, di çalakîya sendekîyake perwerdeyê de ragihand.

Şirovekarên sîyasî dibêjin ku Biden jiber dengvedana sîyasî û aborî ragihandina li Pittsburghê bijartiye.

Joe Biden di sala 2019’an ji Pittsburghê dest bi kempeyna xwe ya hilbijartinê kiribû û li wir bi ser ketibû.

Çaverê ye ku projeya binesazîyê ya serokê Demokrat bi bacên pirtir yên bo kompanîyan û sazîyan were fînanse kirin.

Dibe ku bi wî awayî karsaz bertekan nîşan bidin û Biden nikaribe bi endamên Komarî yên Kongresê re hevkarîyê bike.

‘’Amazon jî di nav de 91 kompanîyên di lîsteya Fortune 500 tek qurişekî jî bacê nadin.’’ Biden got û dîyar kir ku ya ku Amerîka ava kiriye ne Wall Street, lê çîna navîn e.

Wî bal kişand ku yên ku çîna navîn çêkirine jî sendîka ne.

Li ber e ku Serok Biden roja Pêncşemê civîna kabîneyê ya pêşî li dar xe û li wir jî behsa projeya binesazîyê bike.

Qesira Sipî dîyar kir ku bo plana binesazîyê ji rê heta piran, bo nûkirin û çêkirina qadên binesazîyê bi sed mîlyaran dolar tê veqetandin.


XS
SM
MD
LG