Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Biden Wê Bihêle 25 Hezar Penaxwazên li Meksîko Têkevin Nava Amerîka


Rêverbirîya Biden îro Înê ragihand ku ewê bihêle bi hezaran penaxwazên ku li Meksîko, li benda rûniştina dozên xwe ne, têkevin nav axa Amerîka.

Karbidestên Amerîkî ji Reutersê re got ku li ber e koma yeke ya 25 hezar penaxwaz, ku di dosyayên wan yên koçberîyê li dadgehê aktîf in.

Karbidest dibêjin ku ew dixwazin ji her du derîyên sînorî rojane 300 kes derbazî Amerêka bibin û ji derîyekî din ji destur bidin hatina hejmreke hindiktir ya penaxwazan.

Karbidestên Amerîkî got ku ew naxwazin navê wan derbazgehan eşkere bikin jiber ew naxwazin penaxwaz biherikin van deran.

Daxuyanîya îro vegereke mezin ya ji biryara serokê berê Donald Trump e ku pêşgirtina hatina penaxwazan kiribû yek ji girîngirîtn mijara rêvebirîya xwe û fermana avakirina dîwarekî li seranser tixubê Meksîko dabû.

XS
SM
MD
LG