Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dê Roja Çarşemê Serdana Pentagonê Bike


Serokê nû yê Amerîka Joe Biden dê roja Çarşemê cara pêşî serdana Pentagonê bike.

Berdevikê Pentagonê John Kirby bi preskonferanseke da zanîn ku Biden dê here Pentagonê.

Biden hefteya borî serdana Wezareta Derve kiribû, dabû zanîn ku ‘’Amerîka û dîplomasî vegerîyane’’ û gotibû ku ewê di dewra nû de hevkarîya bi hevalbendên xwe re xurttir bikin.

Kirby di preskonferansê de ser civîna wezîrên berevanî yên NATO jî peyivî.

Wî bi bîr xist ku Wezîrê Berevanî Lloyd Austin piştî dest bi kar kiriye berî herkesî bi Sekreterê Giştî yê NATO re peyivîye û da zanîn ku armanca wan xurtkirina hevalbendîyan e

Di preskonferansê de rojnamevanan ji Kirby piştgirîya Amerîka ya bo Hêzên Sûrîya Demokratîk jî, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, pirsîn.

Kirby dîyar kir ku li Sûrîyê bi qasî 900 leşkerên wan kar dikin, da zanîn ku armanca wan bi awayekî mayînde têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ye, lê ser piştgirîya bo HSD'ê tiştek negot.





XS
SM
MD
LG