Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joe Biden Piştgirîya Peymana Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Dike


Berbijarê Partîya Demokrat yê bo hilbijartina seroktîyê, Joe Biden bi daxuyanîyeke nivîskî piştgirî da lihevkirina Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî.

Joe Biden dîyar kir ku Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bo ‘’bidawîkirina nakokîyên kûr, ‘’gavên dîrokî’’ avêtine.

Biden da zanîn ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bi naskirina Îsraîlê ‘’wêrekî’’ nîşan daye û qebûl kiriye ew welat ‘’parçeyeke zindî’’ ya Rojhilata Navîn e.

Serokê Amerîka Donald Trump jî da zanîn ku ‘’temamê cîhanê’’ pesna lihevanîna wî ya bo Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî daye.

Donald Trump dîyar kir ku ewê welatên din jî peymanên din yên bi heman rengî çêkin û ewê aştî were Rojhilata Navîn.

Wî îdia kir ku Joe Biden navên wan welatên ku ew qalê dike, nizane.

XS
SM
MD
LG