Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bo Nehiştina Nakokiyan Biden Û Putin li Ceneva Kom Dibin


Serokê Joe Biden yê Rûsya Vladimir Putin li Ceneva 16.06.2021.

Hilcivîna di navbera Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsya Vladimir Putîn, îro Çarşemê pêk tê.

Hevdîtina yekê ya di navbera her du serokan de, ji dema ku Biden dest bi seroktîyê kiriye vir ve, nava pirsgirêkên girîng û jibo pêşketina çareserîyan bi hêvîyên kêm tê kirin.

Hem Biden û hem jî Putîn ragihandibûn ku ew hêvî dikin ku gotûbêjên wan yên vîllayeke li ber gola Cenevreyê rê li ber peywendîyên aramtir û pêşbînîtir, vebike.

Lê, her du welat ji kontrola çekan û êrîşên înernetî bigire heya destwerdana hilbijartinê û Ukrayna û li ser gelek mijarên din lihev nakin.

Putin û Biden piştî nîvro giheştin Villa La Grange ya ya ber Gola Cenevre ya qada hilcivînê.

Karbidestekî payebilind yê Amerîka ji rojnamevanan re got ku tê peşbînî kirin ku hilcivîn çar an pênc demjimêran berdewam bike.

"Em ji vê civînê li bendê ne encamên girîng yên mezin in," karbidest got.

Yuri Ushakov, şêwirmendê sîyaseta derveyê yê Putin jî ragihand ku ew ne bawer e ku ewê lihevkirinek çêbibe.

Li dora qada hilcivînê pîvanên asta blind ya ewlehîyê hene û hebûna gelek hezên ewlekarîyê balê dikşîne.

Piştî hilcivînê, Biden û Putin dê bi heyetên berfirehtir yên Amerîkî û Rûsî re nîqaşên xwe berdewam bikin, di nav de Wezîrê Derve yê Amerîkî Antony Blinken û hevtayê wî yê Rûsî Sergei Lavrov, û her wiha wergêr hene.

Wek nîşana peywendîyên aloz, di danûstandinan de ti dema xwarinê dê tunebe û her wiha tê pêşbînî kirin ku Putin û Biden li ş ûna preskonferanseke hevbeş, ewê yên cuda li dar bixin.

XS
SM
MD
LG