Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Putin Ser Girtina Navalny û Hin Mijarên Din Axifîn


Biden û Putin, 2011
Biden û Putin, 2011

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki dîyar kir ku Serok Joe Biden û Serokê Rûsya Vladimir Putin bi rêka telefonê axifîne.

Psaki da zanîn ku Biden ji Putin re gotiye ew jiber hin kiryarên Rûsya ketine fikaran û di nav wan de girtina Aleksey Navalny jî heye.

Qesira Sipî ragihand ku Biden û Putin ser dirêjkirina peymana START ya Nû peyivîne û wan li hev kiriye ku tîmên wan heta 5’ê Sibatê wê peymanê dirêj bikin.

Ew peyman hejmara serên çekên navokî yên Amerîka û Rûsya bi 1550’î sînordar dike.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Biden ji Putin re gotiye ku Amerîka bi awayekî xurt piştgirîyê dide serwerîya Ukrayna.

Her du rêber derbarê maytekirina Rûsya ya li hilbijartinên 2020’an, îdiayên ser kuştina leşkerên Amerîkî yên li Afganistanê, û mudaxaleya tund ya hêzên ewlekarîyê yên Rûs yên li xwenîşanderan peyivîne.

XS
SM
MD
LG