Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Berî Civîna bi Putin re Moskowê Hişyar Dike


Serokê Amerîka Joe Biden di serdana xwe ya li Brîtanya de bal kişand ser tifaqa NATO û dijî Rûsya bi awayekî tund axifî.

Biden dîyar kir ku ew naxwazin bi Rûsya re pev biçin, lê da zanîn ku ger Moskow kiryarên zararê dide wan pêk bîne ewê bi awayekî ‘’hêzdar û watedar’’ bersîvê bidin.

Ew li Bingeha Esmanî ya Mildenhall ya Suffolk ya Brîtanya, bo leşkerên Amerîkî û malbatên wan peyivî.

Wî di axaftina xwe de ser civîna bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re, ku dê di 16’ê Hezîranê de li dar keve, got ‘’Tiştên ez dixwazim ewê hîn bibe, ewê hîn bibe.’’

Serok Biden da zanîn ku ew bi Rûsya re pevçûnê naxwazin û dîyar kir ku ew dixwazin ku bi wî welatî re peywendîyeke wan ya bi îstiqrar hebe.

Biden di axaftina xwe de eşkere kir ku ew dixwaze peywendîyên trasatlantîk piştî dewra Serokê berê Donald Trump jinûve ava bike û danûstandinên bi Rûsya re jî bixe çarçoveyeke nû.

Wî dîyar kir ku ewê beşdarî hilcivînên G-7 û NATO bibe û da zanîn ku ewê li her rawestgehê bide zanîn ku Amerîka bi şûnde vegerîye û demokrasîyên cîhanê dikarin dijî dijwarîyan bi hev re bi ser kevin.

Serok Biden berî ji Washingtonê bi rê keve jî gotibû ku armanca serdanên wî xurtkirina peywendîyên transatlantîk e û dîyar kiribû ku ew dixwaze raberî Rûsya û Çînê bike ku Ewrupa û Amerîka bi awayekî xurt girêdayî hevdu ne.

Biden di gera Ewrupa de berê dê beşdarî Hilcivîna G7 bibe. Di hilcivîna G7 de, mijarên wek vaksîna vîrusa korona, bazirganî, guherîna îqlimê û karên binesazîyê dê werin axaftin.

Pisporên sîyasetê dibêjin ku dibe ku rêberên deweltan di Hilcivîna G7 de zextê li Biden bikin ku pirtir vaksînan bide welatên din.

Biden dê li Brîtanya bi serokwezîrê wî welatî Boris Johnson re hevdîtinê çêke. Her du rêber dê ser peywendîyên Amerîka û Brîtanya ya piştî vekişîna Londonê ya ji Yekîtîya Ewrupa (YE) biaxifin.

Piştî Hilcivîna G7 ya sê rojî, Biden dê bi Qralîçe Elizabeth re bicive ku ew berê di sala 1982an de dema senatorê Delawere bû bi wê re hevdîtinek çêkiribû.

Serokê Amerîka dê piştî Hilcivîna G7 û danûstandinên li Brîtanya here Brukselê û beşdarî Hilcivîna NATO bibe û bi rêberên YE re bicive.

XS
SM
MD
LG