Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Putin Dê li Villa La Grange Bicivin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku hilcivîna rêberên Amerîka û Rûsya ya di 16’ê Hezîranê de li Villa La Grange ya Cenevrê li dar keve.

Villa La Grange avahîyeke ji sedsala 18’an e û li ber Gola Cenevrê ye.

Serokê Amerîka Joe Biden dê piştî danûstandinên li London û Brukselê here Cenevrê.

Reutersê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dê bo hilcivîna bi Biden re di 16’ê Hezîranê de derbazî Cenevrê bibe.

Biden do Çarşemê Rûsya bi zimanekî tund hişyar kiribû û dîyar kiribû ku ewê bersîvên ''watedar û hêzdar'' bidin kiryarên Moskowê yên zararê didin.

Hin şirovekarên sîyasetê dibêjin ku ne çaverê ye ku ji hilcivîna Biden û Putin encameke girîng derkeve.

XS
SM
MD
LG