Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Wî û Putin Ser Kontrolkirina Çekan li Hev Kiriye


Serokê Amerîka Joe Biden û hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin li Cenevre ya Swîsre cara pêşî rûbirû axifîn.

Civîna Biden û Putin ya li Villa La Grange ji 4 saetan kêmtir ajot. Texmînên şêwirmendên Biden yên ser dema civînê ji 4 saetan pir dirêjtir bû.

Serok Biden piştî civînê, li dû Putin, preskonferansek li dar xist.

Biden di preskonferansê de dîyar kir ku wî ji Putin re gotiye ku ti serokê Amerîka yê berevanîya nirxên demokratîk nake, nikare bawerîya Amerîkîyan bi dest xwe xîne.

Wî da zanîn ku wî bala Putin kişandiye ser mafên mirovan û gotiye ew mijar wê her tim di rojeva wan de be.

‘’Min ji Putin re got ku divê hin rêzikên ku em hemî li gor wan tevdigerin hebin.’’ û dîyar kir ku wî daye zanîn ku ewê rê nedin ku serwerîya demokratîk ya Amerîka were binpê kirin.

Serok Biden da zanîn ku wî û Putin li hev kiriye ku ew ser kontrolkirina çekan dîyaloga dualî ya îstiqrarê çêkin.

Biden got ku wî biryarên Washingtonê yên ser serwerîya Ukrayna ji Putin re gotine û fikarên derbarê Belarûsê jî anîne zimên.

Wî ser êrîşên sîber dîyar kir ku hewildanên Rûsya zararê didin îtibara wê ya li qada navneteweyî û derbarê rêberê opozîsyona Rûsya Navalny jî gotiye ku ger ew canê xwe ji dest bide ewê encama wê mirinê bo Moskowê giran be.

Serok Biden da zanîn ku di civînê ti gef nehatiye xwarin û got ku her du alîyan bi tenê fikrên xwe eşkere kirine û îdîayên xwe gotine.

Putin jî di preskonferansê de da zanîn ku wî bi Biden re ser peywendîyên Moskow û Washingtonê dîyalogeke pragmatîk çêkiriye.

Wî dîyar kir ku niha zor e ku ew bêje ewê peywendîyên Moskow û Washingtonê çêtir bibin yan ne, lê da zanîn ku hêvî çêbûye.

Serokê Rûsya got ku ku civîna di atmosfereke dijminane de çênebûye û dîyar kir ku wî û Biden hewil daye ku ew hevdu fehm bikin.

Putin ser Navalny da zanîn ku wî guh nedaye qanûnan û dîyar kir ku wî zanibûye gava ew ji Almanya vegere Rûsya ewê çi were serê wî.

Wî Kîev jî bi binpêkirina agirbesta li rojhilata Ukrayna tawanbar kir û ser êrîşên sîber îdia kir ku piranîya wan ji Amerîka tên.

Rêberê Rûs da zanîn ku Moskow û Washington dixwazin îstiqrarîya navokî çêkin û dîyar kir ku ew dikarin ser sînordakirina çekên navokî hevdîtinan bikin.

XS
SM
MD
LG