Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Amerîka Biden Û Serokê Rûsya Putin Sêşemê Dicivin


Serokê Amerîka Joe Biden (R) Serokê Rûsya Vladimir Putin (Ç).
Serokê Amerîka Joe Biden (R) Serokê Rûsya Vladimir Putin (Ç).

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn biryar e roja Sêşemê li ser zêdebûna nakokîya ser sînorê Rûsya û Ukraynayê gotûbêjan bikin, ku zêdekirina hêzên Rûsî ji alîyê welatên Rojavayê ve wekî nîşana dagirkirinê tê dîtin.

Peyvdarê Kremlînê Dmitriy Peskov hevdîtin, roja Şemiyê ji ajansa nûçeyan ya Interfaxê ra piştrast kir û got ku gotûbêj dê êvara Sêşemê pêk bihêt.

Qesra Spî jî di daxuyaniyekê da roja Şemiyê ev hevdîtin piştrast kir. Di daxuyaniyê da tê gotin ku Serok Biden dê roja Sêşemê, 7ê Kanûna 2021an, dê pêwendiyek vîdyoyî digel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêk bîne. Her du serok dê li ser gelek mijarên têkiliyên Amerîka û Rûsyayê gotûbêjan bikin, di nav da aramîya stratejîk, pirsgirêkên sîber/înternetê û yên herêmî. "Serok Biden dê balê bikişîne ser nîgeranîyên Amerîkayê yên ser çalakiyên leşkerî yên Rûsyayê ser sînorê Ukraynayê û piştgirîya Amerîkayê bo serwerî û yekîtîya axa Ukraynayê dê dubare bike."

Roja Înê, Biden gote rojnamevanan ku ew çend destpêşxerîyan diafirîne ku dê bo Rûsyayê "pir, pir dijwar" be ku alozîyan ser sînorê Ukraynayê zêde bike, cihê ku Moskowa bi heftîyane liv û tevgera leşkerî zêde dike.

Rewşa li sînorê rojhilatê Ukraynayê bo sedema metirsîyê ku Moskowa plan dike ku cîranê xwe dagir bike. Êrîşa Rûsyayê vê heftîyê bû mijara civîna wezîrên derve yên NATOyê, ku Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg hişyarî da Rûsyayê ku bihayê zêdekirina alozîyan dê giran be.

Moskowa dibêje Amerîka û Ukrayna dibe ku êrişa xwe destpê bikin.

XS
SM
MD
LG