Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dest bi Serdanên li Derveyî Welêt Dike


Serokê Amerîka Joe Biden îro Çarşemê dest bi serdanên li derveyî welêt dike ku ew ji destpêka seroktîya wî vir ve gera wî ya pêşî ya li derve ye û dê 8 rojan bidome.

Biden dê di serdanên xwe de bala xwe bide ser jinûveavakirina peywendîyên trans-Atlatnîk ku ew di dema Serokê berê Donald Trump de ketibûn rewişeke aloz.

Di serdana derve de Biden bo peywendîyên bi Rûsya re jî danûstandinê bike.

Ew gera Biden dê nîşan bide ku ka ew di çêkirina peywendîyên bi hevalbendên girîng re çiqas jêhatî ye ku ew peywendî di dema Trump de jiber vekişîna Amerîka ya ji karên bazirganî û peywmanên navneteweyî ketibûn asteke dîtir.

Serokê Amerîka Biden di nivîseke xwe ya li Washington Post de dîyar kir kur ew bawer dike ku tifaqên wan yên demokratîk dikarin dijî gef û dijminên îro kapasîteya xwe nîşan bidin û ew dê vê hefteyê li Ewrupa derfetan wan heye ku ew vê îspat bikin.

Biden dê di 16’ê Hezîranê de li Cenevrê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re bicive ku ew hilcivîn jiber peywendîyên dawî yên Washington û Moskowê girîng e.

Amerîka û Rûsya herî dawî jiber helwesta Moskowê ya li Ukrayna li dijî hev sekinîyabûn.

Serok Biden dê berê li Cornwall beşdarî Hilcivîna G7 bibe ku û li wir ser vaksînan, bazirganî, îqlim û jinûveavakirina binesazîyan danûstandinê bike.

Washington hefteya borî dîyar kiribû ku ewê 20 mîlyon vaksîn bide derveyî welêt û dibe ku Biden bo belavkirina zêdetir vaksîn rastî zextan were.

Biden dê sibê Pêncşemê li Cornwall bi Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson re bicive.

Ew civîna Biden û Johnson dibe ku rê bide Washingtonê ku bi Londonê re peywendîyeke taybet ya piştî veqetîna ji Yekîtîya Ewrupa (YE) çêke.

Li dû Hilcivîna G7, ku dê sê rojan bidome, Biden û xanima wî Jill dê serdana Qralîçe Elizabeth bikin.

Biden di sala 1982’yan de dema senatorê Delawere bû bi Qralîçe Elizabeth re kom bûbû.

Piştre Biden bo civînên bi rêberên NATO û YE dê here derbazî Brukselê bibe. Li ber e ku rojeva rêberan, Rûsya, Çîn û mesrefên berevanîya hevbeş be.

Di dawîya hilcivînê re, Biden û Putin yê ku bi Trump re peywendîyeke dostane çêkiribû, bicivin. Ne çaverê ye ku ji civîna Biden û Putin encameke girîng derkeve.

XS
SM
MD
LG