Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joe Biden Spasîya Yunanistan û Tirkîyê Dike


Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden bo erdheja li Derya Ege ji Tirkîye û Yunanistanê re peyama piştgirîyê şand.

Biden di hesabê xwe yê Twitterê de dîyar kir ku ew û xanima wî Jill bo gelên Yunanistan û Tirkîyê diayên xwe dişînin.

Wî da zanîn ku ew spasîya hikûmeta Tirkîye û Yunanistanê dike ku wan cudabîrîyên xwe danîne hêlekê û piştgirîya hevdu kirine.

Serokwezîrê Yunanîstanê Kyriakos Mitsotakis û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî erdhejê bi rêka telefonê axifîbûn û bo welatîyên her du dewletan peyamên piştgirîyê weşandibûn.

XS
SM
MD
LG