Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Tevgerên Tirkîyê yên li Sûrîyê Zararê Didin Têkoşîna Dijî DAIŞ'ê


Serokê Amerîka Joe Biden rewişa demûdest ya neteweyî ya bo Sûrîyê saleke din dirêj kir.

Biden di nameya agahdarkirinê ya bo Kongresê de ser Tirkîyê jî nivîsî.

Wî dîyar kir ku tevgerên Tirkîyê yên li Sûrîyê zararê didin têkoşîna dijî Dewleta Îslamî.

Qesira Sipî bi bîr xist ku Serokê berê Donald Trump di 14’ê Cotmeha 2019’an de bi biryarnameya 13894’an di ser rewişa Sûrîyê re bo Amerîka gef çêkirine û dijî wê yekê biryara ser rewişa awarte hatiye dayîn.

Serok Biden di nameya xwe de dîyar kir ku tevgerên Tirkîyê yên bi taybetî li rojhilata bakurê Sûrîyê zararê didin têkbirina Dewleta Îslamî.

Biden da zanîn ku ew tevgerên Tirkîyê bo rewişa sîvîlan metirsîyan çêdikin û bo îstiqrar, ewlekarî û aştîya herêmê jî gefên cidî ne.

Serok Biden dîyar kir ku jiber wan gefan wî biryar daye ku rewişa demûdest ya bo Sûrîyê bidome.

Qesira Sipî da zanîn ku rewişa demûdest ya bo Sûrîyê dê saleke din bidome û ew biryar dê bi awayekî fermî were weşandin.

XS
SM
MD
LG