Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Rêvebirîya Trump Ser Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Rexne Dike


Joe Biden, ku yek ji berbijarên Demokratan yên bo hilbijartina seroktîyê ya Amerîka ya 2020'an e û li pêş e, derbarê vîrusa korona axifî.

Biden rêvebirîya Trump ser tedbîrên dijî vîrusa korona rexne kir û da zanîn ku ew nikarin karên xwe baş bimeşînin.

“Ezê her tim ji we re rastîyê bêjim" Biden got û destnîşan kir rêvebirîya Trump di rêvebirina kêşeya vîrusa korona de bi ser neketiye.

Wî dîyar kir divê kelûpelên testên vîrusa korona bo kesên dixwazin belaş werin dayîn.

Rêvebirîya Trump seba têkoşîna dijî vîrusa korona, dê serdanên ji Ewrupa ber bi Amerîka ve bo 30 rojan hatine qedexe bike

Trump di axaftina xwe ya ser vîrusa korona de dabû zanîn ku bo ew zarara Covid-19 ya li aborîya Amerîka kêm bikin ewê bacê daxin û ji endamên Kongresê alîkarî xwestIbû.

Serokê Amerîka herwiha dîyar kiribû ku ew plan dikin ku bi mîlyar dolaran kredî bidin dezgehên biçûk.

Tedbîr û karên din yên dijî vîrusa korona Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence birêve dibe.

XS
SM
MD
LG