Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Trump Dê Rûbirû Ser Dadgeha Qanûna Bingehîn, Korona, Aborî û Nijadperestîyê Biaxifin


Berbijarê Partîya Komarî Donald Trump û berbijarê Partîya Demokrat dê di 29’ê Îlonê de li Cleveland ya eyaleta Ohio, di weşana zindî de rûbirû biaxifin.

Pêşkeşvana Fox TV Chris Wallace, ku dê moderatora nîqaşa Trump û Biden be, ser mijarên nîqaşê daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Chris Wallace da zanîn ku mijarên sereke yên nîqaşa her du berbijaran dê Dadgeha Qanûna Bingehîn, vîrusa korona, aborî, tundûtûjîyên li bajaran, nijadperestî û ewlebûna hilbijartinan bin.

Her mijarek dê 15 deqîqeyan were axaftin û dema weşana zindî jî bê reklam dê 90 deqîqe be.

Trump û Biden dê di 15’ê Cotmehê de li Miami ya Florida û dûrê di 22’yê Cotmehê de jî li Nashville ya Tennessee rûbirû biaxifin.

Berbijarên cîgirîyê yên Trump û Biden, Mike Pence yê Komarî û Kamala Harris ya Demokrat jî dê di 7’ê Cotmehê de li Utahê rûbirû bipeyîvin.

XS
SM
MD
LG