Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Dîbeyta Biden û Trump de Çi Hûrgilî Derketin?


Berbijarê Komarî Donald Trump û yê Demokrat Joe Biden di dîbeyta yekê ya televîzyonî de nêrînên xwe bi hilbijeran re parve kirin.

Di gotûbêja televîyonî ya hilbijartinê de, ku bi rêvebirina rojnamevanê navdar yê Fox TV Chris Wallace hate kirin, ji berbijaran re hate pirsîn ku gelo di rewabûna hilbijartinê de ti gumanên wan hene û gelo ewê encamên hilbijartinê qebûl bikin.

Trump got ku ew ji piştgirên xwe dixwaze ku li ser sindoqan hişyar bimînin. Wî got ku ewê dijî encamên hilekirî yên hilbijartinê şerê xwe bike.

Biden jî ji piştevanên xwe xwest ku herin ser sindoqan. Biden got ku ewê rêze li encamên hilbijartinê re bigire.

Li ser mijara ekonomîyê Trump got ku Biden jibo pêşgirtina belavbûna vîrusa korona dixwaze hemî welêt bigire.

Wî got ku rêvebirîya wî ekonomîya herî xurt ya dîroka Amerîkî afirandiye. Wî got ku zîyana ku aborîya Amerîka niha dibîne jiber vîrusa korona ye.

Biden jî got ku serketina ekonomîya Amerîkî di dema rêvebirîya Obama de destpê kir. “Me ji wî re ekonomîyeke geşbûyî hêla, Di rastîyê de serketina aborîya me di dema seroktîya Obama de destpê kir.”

Biden rexne li Trump kir ku bê ku korona çareser nebe, ekonomî dê baştir nebe û vîna Trump tuneye ku wê yekê bi cîh bîne.

Di dîbeytê de herwiha babeta Dadgeha Qanûna Bingehîn jî hat nîqaş kirin. Trump berevanî li destnîşankirina dadwer Amy Coney Barrett kir ku kursîya vala ya piştî mirina dadwer Ruth Bader Ginsburg dagire.

“Me hilbjartin qezenc kir û encamên hilbijartinê hene” Trump got.

Biden bersîva wî da û got ku “mafê gelê Amerîkî heye ku xwedîyê gotinê be û divê em li benda hilbijartinê bin ku serokê nû dadwerekî nû hilbijêre.

Rêvebirê dîbeytê Wallace mijara vîrusa korona ji berbijaran pirsî û pêşî ji mafê bersîvê da Biden.

Wî got ku Trump ji rewşa heyî ya korona berpirs e jiber ku ew guhdarîya zanistan nake û tevî ku wî dizanîbû ku korona xetetîyeker mezin e wî pênasînê bi wê yekê nekir û tedbîrên pêşîgir negirtin.

Trump jî got ku ew bi zanistên ku bi mijara korona berpirs re peyîvîye û di demeke nêzîk de vaksînek (perpûn/derzi) amade be.

Derbarê mijara baca federal ya dahatîyê de bîma saxlemîyê, Wallace ji Trump re pirsî ku rast e ku wî di sala 2016 û 2017’an de tenê 750 dolar bac daye. Trump red kir û got ku wî bi mîlyonan dolar bac daye.

Biden jî ji Trump re got ku divê ew belgeyên dayîna bacên federal bi bîragiştî re parve nake.

XS
SM
MD
LG