Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimartina Dengan li 5 Eyaletan Didome, Biden li Pennsylvania & Georgia li Pêş E


Di roja sêyan ya jimartina dengan de, berbijarê Demokrat Joe Biden îro li istanên Georgia û Pennsylvania berbijarê Komarî Donald derbaz kir û heta nivîsîna vê nûçeyê di rêza pêş de dimîne.

Biden ku aniha hem bi hejmara dengên Desteya Hilbijeran (Electoral College) û hem jî di asta dengên giştî de li pêş e, li Pennsylvania pirtir ji 13 hezaran li pêş e ku ew eyalet di Desteya Hilbijeran de xwedîyê 20 dengan.

Li eyaleta Georgia jî Biden pirtir ji 1500 dengan li pêş Trump û di Desteya Hilbijeran de 16 nûnerên wê eyaletê hene.

Li gor sîstema Amerîkî divê berbijarek herî hindik 270 dengên Desteya Hilbijer wergire ku bibe serokê nû yê Amerîka.

Li gor Dengê Amerîka di dema nivîsîna vê nûçeyê de Biden xwedîyê 253 dengên Desteya Hilbijeran e, Trump jî xwedîyê 214 dengan e.

XS
SM
MD
LG