Serokê Amerîka Joe Biden û Serokomarê Ukrayna Volodimir Zelensky bi rêka telefonê axifîn.
Qesira Sipî ragihand ku Biden ji Zelensky re gotiye ger Rûsya, Ukraynayê dagir bike ewê Washington û hevbendên wê bersîvên xurt bidin.
Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Biden ji Zelensky re daye zanîn ku ew piştgirîya serwerîya Ukrayna û yekîtîya axa wê dikin.
Biden dîyar kiriye ku Amerîka par pirtir ji nîv mîlyar dolar alîkarî daye Ukrayna û ew dijî zextên Rûsya di lêgerîna piştgirîyên makroekonomîk de ye.
Serok Biden daye zanîn ku her çiqas malbatên karmendên li balyozxaneya Kîevê ji Ukrayna derketine jî, balyozxane vekirî ye û xebatên li wir didomin.
Wî gotiye ku ew piştgirîya danûstandinên dîplomatîk yên bi rêka Formata Normandîya dikin û dîyar kiriye ku ew hêvî dikin ku bi Peymana Mînskê girjîya bi Rûsya re kêm bibe.
Amerîka û welatên rojava dibêjin bi hezaran leşkerên Rûs yên li sînorê Ukrayna gumanên dagirkirinê çêdikin, lê Moskow wan îdiayan red dike.