Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Îro li Pêş Kamerayan Vaksîna COVID-19 li Xwe Dide


Li ber e serokê hilbijartî Joe Biden îro Duşemê li pêş kamerayan vaksîna COVID-19 li xwe bide ku bawerîya gel bi ewlebûna wê vaksînê bîne.

Rêvebirekî tîma Biden ji Reutersê re got ku serokê hilbijartî dê vaksîna Pfizer li xwe bide û cîgira wî Kamala Harris jî hefteya paştir wê derzi li xwe bide.

Biden soz dabû ku dijî vîrusa korona têkoşîneke xurt bide ku heta niha bûye sedema mirina pirtir ji 300,000 Amerîkîyan.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi, rêberê Piranîya Civata Senatoran Mitch McConnell û endamên din yên Kongresê roja Înê vaksîna COVID-19 li xwe dabûn.

XS
SM
MD
LG