Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Wê Îro Ragihîne ku Hemî Amerîkî Wê Bikaribin Vaksîna COVID-19 Wergirin


Ajansa AP radigihîne ku Serok Joe Biden wê îro Sêşemê ragihîne ku hemî Amerîkîyên mezin dê dijî COVID-19 werin vaksîn kirin.

Karbidestekî Qesira Sipî piştrast kir ku Biden wê ragihîne ku her Amerîkîyekî giheştî wê ji 19’ê Nîsanê pê ve bikaribin vaksîna COVID-19 li xwe bidin.

Heman jêderî got ku Serok Biden îro seredana navendeke vaksînkirinê ya li istana Virginia bike û ewê dû re li Qesira Sipî ji bîragiştî re wê agahdarîyê bide.

Biden hefteya borî gotibû ku % 90 Amerîkîyên giheştî wê heta 19’ê Nîsanê wê bikaribin yek jî sê vaksînên erêkirî wergirin û navendên vaksînkirinê wê tenê 8 kîlometre ji malên wan dûr bin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG