Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden Sipasîya Amerîkîyên Vaksînkirî Dike


USA, Washington, U.S. President Joe Biden delivers remarks on the administration's coronavirus disease (COVID-19)

Serokê Amerîka Joe Biden îro Sêşemê jibo ku bicîh anîna "erka xweya welatparêzî" sipasîya Amerîkîyên ku xwe vaksîn kirine, kir.

Hevdem, Biden piştgirî da rêziknameya nû ya Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya ku îro hate ragihandin.

CDC di rêziknameya xwe ya nû de dibêje ku kesên ku bi tevahî hatine vaksînkirin dikarin be karanîna maskan herin derve.

Biden li derveyî Qesra Spî ji kesên ku hîn xwe vaksîn nekirine herin ku vaksînê wergirin û got ku vaksînlêdan pir hêsantir bûye.

"Vakslêdan jibo rizgarkirina jîyana we ye, hevdem bo jîyana mirovên dora we ye jî. Lê, vakslêdan di heman demê de ser alîkarîya we ye da ku em bikaribin nêzî vegera jîyana xweya normaltir bin, bi hevalên xwe re bicivin, bê pêwîstîya karanîna maskan bo pîknîkê herin parkê, " Biden got.

Serok Biden jibo dema ku mirov bikaribin bi hesta normalbûnê bo pîknîkên hewşa paşîn li hev bicivin 4'ê Tîrmehê wek armanca xwe destnîşan kiribû.

"Ez dixwazim sipasîya her kesê bikim ku bi vaksînlêdanê erka xwe ya welatparêzîyê kirine û alîkarîya me dikin ku em bigêhin Roja Serxwebûnê," Biden got.

Biden bi mask derket pêş rojnamevanan û got ku heya ku ew têkeve hindurê avahîya Qesra Spî ne pêwîste ku ew maskê bikar bîne ku piştre ew bêmask vegerya.

Biden, serê sibeha îro de, Biden ragihand ku ewê biryarnameyeke îmza bike da ku fermanê dide ku heya 2022'ya ewê bo hemî karmendên federal heqê xebata bo yek seatê bibe 15 Dolar.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG