Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Di Kempeyna Vaksînê de Qonaxeke Nû Destpê Kiriye


Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku ew di plana ser di 100 rojan de karanîna 200 mîlyon doz vaksîn bi ser ketine.

Joe Biden da zanîn ku di kempeyna vaksînê de ‘’qonaxeke nû’’ destpê kiriye û got ku ger karsaz bo xebatkar vaksînê li xwe din betlaneye bi pere bidin ewê bo wan bacê daxin.

Biden berî dest bi seroktîyê bike gotibû ku ew plan dikin ku di 100 rojên pêşî yên seroktîyê de 100 mîlyon kes vaksînê li xwe din û meha borî dabû zanîn ku ew gihiştine armanca xwe û dîyar kiribû ku armanca wan ya nû karanîna 200 mîlyon doz vaksîn e.

Li gor îstatîstîkan, li Amerîka ya nifûsa wê 328 mîlyon e, pirtir ji 50 ji sedê gihiştîyan bi kêmî ve dozek vaksîn li xwe dane.

Serok Biden bang li Amerîkîyan kir ku vaksînan li xwe bidin û dîyar kir ku bo karanîna vaksînan xwe ewê xwe û derdorên xwe ji mirina ji vîrusa korona bifilitînin.

Wî herwiha ji karsazan xwest ku bo xebatkaran destûra bi mûçe bidin.

Karbidestên rêvebirîya Biden dibêjin ku di demên dawî de her roj bi qasî 3 mîlyon vaksîn têne karanîn.

Encamên anketên dawî jî raber dikin ku li Amerîka nêrîna neyênî ya li ser vaksînan kêm bûye.

Rêvebirîya Biden hewil dide ku heta dawîya Gulanê hemî Amerîkîyên gihiştî vaksînan li xwe din.

XS
SM
MD
LG