Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden ji Seroka komîsyona Ewrupa re Dibêje Sîstema Baca Navneteweyî Divê Dadmend Be


serokê Amerîka Joe Biden û Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen
serokê Amerîka Joe Biden û Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen

Qesra Sipî bi daxuyanîyeke ragihand ku serokê Amerîka Joe Biden roja duşemîyê ser telefonê bi Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen re, hevdîtineke pêk anîye.

Biden di hevdîtinê de bal kişandiya ser girîngîya "dadmendîya sîstema baca navneteweyî."

Amerîka dixwaze ku welatên koma G20'an, di hilcivîna komê ya di dawîya mehê de, ser baca kompanîyan di asta cîhanê de, peymaneke siyasî were îmza kirin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Biden hevdem jibo domandina pêyvajoya beşdarbûna welatên li Balkanên Rojavayî bo Yekîtîya Ewrupa (YE), ji von der Leyen "piştgirîyeke xurt" daxwaz kiriye.

Rêberên YE û Balkanan ewê roja Çarşemê bicivin û endamîya siberojê ya şeş welatên Balkanê gotûbêj bikin: Sirbistan, Kosova, Bosna-Hersek, Montenegro, Albaniya û Makedonya Bakur.


XS
SM
MD
LG