Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Berbijarên Xwe yên jibo Wezareta Kar û Bazirganî Ragihandin


Serokê hilbijartî Joe Biden îro Înê berbijarên xwe yên jibo rêvebirina wezareta kar û wezareta bazirganî ragihandin.

Biden da zanîn ku ewê bajarvanê Bostonê Marty Walsh jibo wezîrtîya kar û walîya eyaleta Rhode Island, Gina Raimondo destnîşan bike.

Bi eşkerekirina wan her du berbijaran, Biden hemî kesên ku di kabîneya wî de cîh birin ji bîragiştî re eşkere kirin.

Li gor qanûnên Amerîkî, endamên kabîneyê divê ji alîyê Civata Senatoran ve werin erê kirin.

Piştî ku Demoraktan di hilbijartina Seşemê ya her du senatorîya istana Georgia de bi ser ketin, niha derfeta wan çêbûye ku Civata Senatoran kontrol bikin.

XS
SM
MD
LG