Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurê Serokomarê Tirkîyê Red Dike ku Ew Revîye Îtalya


Dalam aksi mendukung kemerdekaan, perempuan ini mengatakan referendum ini adalah hal terbaik yang terjadi dalam kehidupannya, di Irbil, Kurdistan Irak, 25 September 2017. (H. Murdock/VOA)
Dalam aksi mendukung kemerdekaan, perempuan ini mengatakan referendum ini adalah hal terbaik yang terjadi dalam kehidupannya, di Irbil, Kurdistan Irak, 25 September 2017. (H. Murdock/VOA)

Kurê Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Bîlal îro Çarşemê red kir ku ew jiber îdiayên dizî û pere xwarinê revîye Îtalya û got ew bi kindemî, bo qedandina xwendina xwe ya doktorayê bar kiriye Îtalya.

Bîlal yek ji kesên serekî bû ku di operasyonên dizî û perexwarinê ya sala 2013an de navê wî derbaz dibû.

Kesitîya medya civakî Fuat Avni di twîta xwe ya roja Yekşemê de îdia kiribû Bîlal Erdogan, di bin parastina zerevanên taybet de, di 27ê Îlonê de revîye Îtalya.

Bîlal di daxuyanîya xwe de got ku ew di 30î Tebaxê de çû Îtalya ku di Zanîngeha Johns Hopkins de li bajarê Bologna doktoroya xwe temam bike.

Wî ji Ajansa Anadolu re got ku tenê kesên tirsonek direvin û ew kesên ku derewên wiha belav dikin çawa li rûyê dê û bavên dinêrin.

XS
SM
MD
LG