Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê Bînali Yildirim li Amede Bû


Serokwezîrê Tirkîyê Bînali Yildirim jibo vekirina çend projeyên hikûmetê do Yekşemê çû Amedê û çend civîn ligel sazîyên sîvîl çêkirin.

Yildirim li Amedê dijî terorê peyam dan û got ku tekoşîna wan ya li dijî van rêxistina wê bidome. Wî got ku "aqilmendên PKKê û FETO dixwazin Tirkîyê perçe bikin û ew jî li pêşîya Tirkîyê gefek mezin e."

Yildirim di axaftina xwe ya girseyî de li ser rêvebirîyên xwecîhî jî peyîvî û got ku şaredarîyên dijî hiqûqê tevgerîyabin, yên ku pereye û alavên gel yên jibo xizmetê kiribin xizmeta rêxistina terorê dê hesab bidin.

Wî di civineke cuda de dîyar kir ku “14 hezar mamosteyên ku li bajarên herêmê kar dikin, dê bi gûmana ku piştevanîya rêxistinên terorê kirine, ji kar werin dûrxistin.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:10 0:00

XS
SM
MD
LG