Lînkên eksesibilîtî

Di Şerekî Dijwar de 24 Kes li Sûrîyê Hatine Kuştin


Dû ji bingeha Leşkerî ya 17 bilind dibin
Di şerekî dijwar de jibo kontrolkirina bingeheke leşkerî li Sûrîyê, herî kêm 24 kes hatine kuştin.

Bizavkar radigihînin ku hêzên hikûmeta Sûrî, di encama şer de karîbûn kontrola Bingeha Leşkerî ya 17 ku nêzîkî Raqqa ye, destê xwe de bihêlin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ragihand ku hêzên serhilda roja Çarşemê operasyonek destpê kir ku bingeh bêze bin kontrola xwe, lê heta niha serketî nebûne.

Di şerê navxweyî yê Sûrîyê ku di Adar a 2011’ê destpê kiribû, berê bajarê Raqqa bi tevahî ketibû destê serhildayan.

Lê, di mehên dawî de hêzên Serokê Sûrî Beşar Esed serketinên girîng li hember serhildayan dest xistine û tax û gundên dora paytaxt Şam xistine bin kontrola xwe.
XS
SM
MD
LG