Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterê BDP'ê Bînîcî: Em bi Berdana Huseyîn Aygun Pir Kêfxweş in


Parlamanterê Dersîmê yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Huseyîn Aygun
Parlamanterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Huseyîn Aygun ku roja Yekşemê ji alîyê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve li Dersîmê hatibû revandin, berî demeke kin li heman bajêr hate azad kirin.

Parlamenterê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) yê bajarê Ruhayê Îbrahîm Bînîcî di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de dibêje, ew bi azadkirina birêz Aygun pir kêfxweş in.

Birêz Bînîcî dibêje, divê rêz li nûnerên gel ku bi dengê wan hatine hilbijartin were nîşan dan. Divê neyê bîr kirin ku 5 hevalên me yên parlamenter hîn li zindanê ne û gerek e ew jî werine berdan.

Kerem kin, bi lînka jêrîn guhdarîya hevpeyvîna ligel birêz Bînîcî bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG