Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

BioNTech: Patent Rê li Ber Çêkirin û Belavkirina Vaksînan Nagire


Kompanîya dermanan BioNTech ragihand ku rakirina mafên patentê yên bo vaksîna vîrusa korona dê kêrî zêdekirina vaksînan neyê.

BioNTech’ê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku patent rê li ber çêkirin û belavkirina vaksînan nagire.

Li gor daxuyanîya BioNTech’ê, sistkirina mafên patentê yên bo vaksînan dê çêkirina vaksînan zêde neke ku ew peyvajoya çêbûna vaksînan bi xwe jî tevlihev e.

Bi plana Hîndistan û Afrîqaya Başûr 60 dewlet dixwazin ku mafên patentê yên bo vaksînan werin sistkirin.

Ew dewlet dibêjin ku vîrusa korona kêşeyeke cîhanî ye û bi sistkirina mafên patentê yên bo vaksînan dê pirtir vaksîn werin çêkirin û rê li ber belavbûna vîrusê were girtin.

Amerîka û ji welatên Ewrupî, Fransa û Îtalya piştgirîya sistkirina wan mafan dikin, lê hikûmeta Almanya dijî wê ye.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dîyar dike ku jimareke welatan nikarin vaksînên pêwîst bi dest xin û dixwaze ku mafên patentê yên bo vaksînan sist bibin.

XS
SM
MD
LG