Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Birayê Serok Donald Trump, Robert Trump Jîyana Xwe ji Dest Da


2016, Robert Trump piştî serketina Donald Trump ya di hilbijartinê de wî hembêz dike
2016, Robert Trump piştî serketina Donald Trump ya di hilbijartinê de wî hembêz dike

Birayê Serokê Amerîka Donald Trump, Robert Trump yê 71 salî li nexweşxaneyeke li New Yorkê jîyana xwe ji dest da.

Hîn nayê zanîn ku nexweşîya Robert Trump çi bû û ew jiber çi mir.

Serok Donald Trump piştî mirina Robert Trump ser wî got ku ewê her di dilê wî de be.

‘’Ne ku bi tenê birayê min bû, herwiha hevalê min î herî rind bû. Emê pir bêrîya wî bikim, lê ez û wî emê dîsa hevdu bibînin. Bîranîna wî dê her di dilê min de bimîne’’ Donald Trump got.

Trump li nexweşxaneyê serdana birayê xwe kiribû û ser Robert Trump gotibû ku ‘’Di qonaxeke dijwar re derbaz dibe.’’

Robert Trump, ji çar birayên Donald Trump yê herî biçûk bû û di bîragiştî ya Amerîkî de bi piştgirîya xwe ya bo Donald Trump dihat nas kirin.

XS
SM
MD
LG