Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kantona Efrînê 6 Navendên Dermankirina Nexweşîya Birîna Reş Hat Vekirin


Heyva Sor a Kurdî bi alîkarîya rêxistina Monitor ya Brîtanî, şeş navendên dermankirina nexweşîya lişmanya (leishmania) ku di nav gel de wek birîna reş, heba salê û birîna Helebê jî tê nasîn, vekirin.

Li gor rêvebirîya rêxistina Monitor, piştî gilîyên belavbûna nexweşîya lişmanya li herêma Efrînê, ewê hewil bide ku dest bi dermankirina vê nexweşîyê bike.

Karbidestên saxlemîyê bal dikşînin ku piştî pêla koçberîyê ji Heleb û deverên din, ber bi herêma Efrînê berî sê salan û pirbûna nepaqijîya, nexweşîya lişmanya di nav welatîyan de belav bû û xeterî li ser tendirûstîya wan dike.

Rêvebirên Heyva Sor a Kurdî li Efrînê bo alîkarîyê spasîya rêxistina Monitor dikin, lê dîyar dikin ku sebî dermankirina birîna reş hîn pirtir alîkarî gerek in.

EM_9_29_16_birina_resh
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:50 0:00

XS
SM
MD
LG