Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavarên Sûrî Topbarana Nû li Dijî Humsê Radigihînin


Bizavarên Sûrî Topbarana Nû li Dijî Humsê Radigihînin

Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêzên hikûmetê berdewam bajarê Humsê topbaran dikin, rojekê piştî ku berpirsa mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî gotibû ku bêbiryarîya Civata ewlekarîyê cesaret daye rejîma Beşar El Esed.

Rêvebira Bilind ya Mafên Mirovan, Navi Pillay roja Duşemê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axaftinek kirîbû. Xanim Pillay gotibû ku asta zêdegavî û binpêkirinên hêzên Esed nîşan dide ku ji meha Adarê vir ve, “tawanên dijî mirovahîyê” têne kirin.

Tê ragihandin, ji destpêbûna bombebarana hikûmetê ya ser taxên dest serhildayan vir ve, bi sedan kes li Humsê hatine kuştin.

Balyozê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî îdîaya Xanim Pillay red kir. Wî dubare kir ku mafê welatê wî heye ku “hemwelatîyên xwe biparêze” û “şerê dijî terorîzmê bike”.

Caferî her wiha endamên Neteweyên Yekbûyî tawanbar kir ku piştgirîya El Qaydeyê dikin terorîstan dişînin Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG