Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkar: Çarşemê 25 Kes li Sûrîyê Hatin Kuştin


Bizavkar: Çarşemê 25 Kes li Sûrîyê Hatin Kuştin
Bizavkar: Çarşemê 25 Kes li Sûrîyê Hatin Kuştin

Bizavkarên mafên mirov gotin di nav tundûtîjîyên roja Çarşemî de layê kêm 25 kes hatin kutin, di nav de heşt serbazên Sûrî yên li pey êrîşek tole sitandinê ji layê serbazên veqetiyayî yên bergoman ve hatin kuştin.

Zêrevaniya Mafên Mirova Sûrî ya bingeh li Brîtaniya got serbazên veqetiyayî bose bo karvanek otombêlên leşkerî danî ku diçûn gondekê li nêzîk bajarê Hama.

Çend demjimêran berî hingî, bizavkarên mafên mirov gotin hêzên parastina Sûrî teqe li otombêlekê kirin ku diçû gondê Xettab, tê de pênc kesên sivîl hatin kuştin, li demekê de 12 kesên jî li cihên din yên welatî hatin kuştin.

Neteweyên Yêkgirtî dibêje ji destpêka aloziyan li meha sê ve heta niha pitirî 5,000 kesan hatine kuştin. Lê balyozê Sûrî li NY ew hijmar wek ne cihê baweriyê dazanîn.

Hejî gotinêy, ku Sekerterê Giştîyê NY Ban Kî-moon li New York gote peyamhinêran, rewşa heyî li Sûrîyê nikare berdewam be. Wî got demê hindê hatiye, li ser nave mirovatiyê, civaka navneteweyî dest bi kar be.

XS
SM
MD
LG