Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkar Dibêjin li Şer û Pevçûnan li Sûrîyê bi Kêmî 13 Kes Hatin Kuştin


Bizavkar Dibêjin li Şer û Pevçûnan li Sûrîyê bi Kêmî 13 Kes Hatin Kuştin

Bizavkarên mafên mirovan yên Sûrî dibêjin li şer û pevçûnên nêzîkî tixûbê Tirkiye navbera hêzên parastinê yên hikûmetê û çekdaran ku bawer tê kirin lekşerên veqetiyayî bin 5 kes hatin kuştin.

Komela Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûrî bingeh li London got, şerê îro Pencşembî hat kirin demê ku hêzên hikûmetê êrîş kirine ser bajarê Binniş li parêzgeha Idlib li bakura-rojava Sûrîye.

Diplomatên Yekîtiya Ewropî dibêjin Yekîtiya Ewropî roja Pêncşembî biryar da ku weku pişkek ji cezayên nû li ser Sûrîye, dest bi ser Banka Bazirganî ya Sûrî dane.

Bizavkar dibêjin şer û pevçûn navbera hêzên parastinê yên hikûmetê û çekdaran ku bawer tê kirin lekşerên veqetiyayî bin li parêzgeha Daraa, navenda xwenîşandanên dijî hikûmetê hatin kirin. Ew dibêjin di wan pevçûnan de bi kêmî 8 kes hatin kuştin ku şeş li wan serbaz bûn.

Li gor Neteweyên Yekgirtî, bi kêmî ve 2,900 kes li heft mehên serhildanê li Sûrîyê hatîne kuştin.

XS
SM
MD
LG