Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Bahreynê Nahêle Ku Xwenîşandêr li Paytaxtê Kom Bibin


Rêberên opozîsyona Bahreynî

Bizavkarên li Bahreynê dibêjin, karbidestên ewlekarîyê di salvegera xwepêşandanên demokrasîxwaz de gelek kes li paytaxt Manama desteser kirin.

Tê ragihandin, hêzên ewlekarîyê her wiha nehêlaye ku xwenîşandêr kom bin û dijî hikûmetê xwepêşandanên nû bikin û bi gaza îsotê ew ji hev belav kirin.

Grubên opozîsyonê bang li xwenîşanderan kir ku roja Sêşemê careke din vegerine Meydana Mirarî ya paytêxt û dest bi xwepêşandanên nû bikin.

Desthilatdarên Sunnî yên kêmanî li Bahreynê hişyarî dabûn ku hêzên ewlekarîyê dê rê li ber alozî û xwenîşandanên Sêşemê bigirin.

XS
SM
MD
LG