Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Misirî Tundîya Dijî Xwenîşanderên Jin Protesto Dikin


Bizavkarên Misirî Tundîya Dijî Xwenîşanderên Jin Protesto Dikin

Bizavkarên Misirî li Meydana Tahrîr ya Qahîreyê kom dibin û ji desthilata leşkerî dixwazin ku lêborîna xwe jibo tundîya dijî xwenîşanderên jin pêşkêş bike.

Bizavkar her wiha, daxwaz dikin desthilata leşkerî plana xwe ya veguhastina desthilatê ji hikûmeteke sîvîl re zûtir bike.

Rêdeçûna îro, bi navê “Îna Jinûve Wergirtina Şerefê” tê kirin ku herî kêm, 16 xwenîşanderên dijî hikûmetê, di encama pevçûnan de ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatibûn kuştin.

Gelek Misirî bi dîmenên ku komeke leşkeran li xwenîşandereke jin dixist, hers bibûn û rijîyabûn kolanan.

Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton, destpêka vê hefteyê kiryarên dijî jinên Misirî şermezar kirîbû û gotibû ku xwenîşanderên jin yên Misirî, bi awayekî sîstematîk rastî zordarî û zêdegavîyên hovane tên.

XS
SM
MD
LG