Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Sûrî Dibêjin Topbarana Ser Humsê Didome


Bizavkarên Sûrî Dibêjin Topbarana Ser Humsê Didome

Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêzên hikûmetê êrîşên xwe yên ser Hums’ê didomînin, rojek piştî ku Yekîtîya Ereb biryar da çavdêrên xwe ji wî welatî paşve bikşîne û desteka xwe ya jibo opozîsyona dijî Beşar Esed pirtir bike.

Bizavkaran roja Duşemê got, topbarankirina îro taxa baba Emr ya Hums’ê kir armanc. Ew her wiha dibêjin, ji 4’ê Şubatê anku ji destpêbûna bombarana hikûmeta ya dijî Hums’ê ya navendî vir ve, bi sedan kes li wî bajarî hatine kuştin.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê William Hague roja Duşemê got, Yekîtîya Ereb peyameke pir zelal şande Sûrîyê, dema wê pêşnîyarek derbaz kir ku bi xûrtî piştgirîya opozîsyona Sûrî bike.

William Hague got, divê Esed rind bizane ku civata nawnetewî pêgir e ku tundûtûjîya li Sûrîyê bi dawî bîne.

XS
SM
MD
LG