Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Sûrî Banga Xwepêşandanên Seranser Welat Dikin


Bizavkarên Sûrî Banga Xwepêşandanên Seranser Welat Dikin

Bizavkarên Sûrî jibo piştgirîya Artêşa Azad ya Sûrîyê ya serhilda, îro Înê banga xwepêşandanên li seranser welêt dikin.

Banga xwepêşandanan piştî rojek hat ku rêberê sehilda Burhan Ghalîyun bi rêberê serhildayan, Riad El Assad re kom bû. Raport dibêjin, du rêber rewşa heyî û pêdivîyên artêşê gotûbêj kir ku ji leşker û serbazên ku ji Artêşa Sûrî revîn, pêk tên.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan do Pêncşemê ragihandibû ku çavdêrên Yekîtîya Ereb hazirî dikin ku ji Sûrîyê derkevin, jibo protestokirina tepeserkirina hikûmetê ya kujêr li ser xwenîşanderan.

Rêvebirê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ji Dengê Amerîkayê re gotibû ku tê çaverê kirin 11 çavdêr Sûrîyê biterkînin.

Çavdêrên bîyanî di 26'ê meha çûyî dest bi karê xwe li Sûriye kiribûn da ku bibînin heta çi radeyê Serok Beşar Esed li ber plana Yekîtîya Erebî cidî ye, jibo bi dawîanîna zordarîya tund ser serhildana dijî hikûmetê.

Lê, Neteweyên Yekbûyî û Amerîka dibêjin, ji dema ku çavdêran dest bi karê xwe kirine kuştina xwepêşanderan ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve zêde bûye.

XS
SM
MD
LG