Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Sûrî Dibêjin Hêzên Hikûmetê Êrîşî Deraa Dikin


Bizavkarên Sûrî Dibêjin Hêzên Hikûmetê Êrîşî Deraa Dikin
Bizavkarên Sûrî Dibêjin Hêzên Hikûmetê Êrîşî Deraa Dikin

Bizavkarên mafên mirovan li Sûrîyê dibêjin, hêzên hikûmetê êrîş birine ser bajarê Deraa li başûrê welat, cihê ku serhildana yekê ya dijî serok Beşar El Esed li Adara borî pêk hat.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ya bingeh li Londonê dibêje, 4 kes roja Pêncşemê li wir hatin kuştin ku şerek jî di navbera hêzên hikûmetê û çekdarên veqetiyayî de.

Bi alîyekî din ve, Çîn roja Pêncşemê got, ew dê berpirsekî payebilind bişîne Sûrîyê jibo guftûgoyan derbarê krîza heyî.

Peyîvdarê Wezareta Derve ya Çînê, Liu Weimin got, dê cîgirê Wezîrê Derve Zhai Jun rojên În û Şemîyê li Sûriyê be, lê wî neda xuya kirin ka kî di van hevdîtinan de beşdar be.

Her di heman demê de, tê çaverê kirin, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî roja Pêncşemê piştgirîyeke mezin bide bernivîsekê ku Sûrîyê bi zêdegavî û binpêkirina mafên mirovan tawanbar dike. Ev gav her wisa bang li hikûmeta Sûrîyê dike ku tundûtûjiya dijî hemwelatîyan rawestîne.

Wekî tê zanîn, Rûsya û Çîn di destpêka vê mehê de, bernivîseke Civata Ewlekariyê veto kiribû. Ev veto rê li ber hewldanên welatên Rojava û Ereban girtibû ku banga daxistina Serok Beşar El Esed ji desthilatê dikin.

XS
SM
MD
LG