Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Serdana Almanya Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîre Derve yê Amerîka Antony Blinken îro bi berpirsên Almanî re li ser rewşa Afganistanê dê biaxivin û hevdîtinan pêk bînin.

Wezîre Derve yê Amerîka Antony Blinken û hevtayê xwe yê Alman Heiko Mass îro Çarşemê li gel çend aligirên din hevdîtinan pêk tînin ku rewşa Afganîstanê gotûbêj bikin. Her wiha, mijara hewldanên berdewamkirina alîkarîyên mirovahî bo Afganîstanê piştî bidestxistina Talîbanê jî wê were gotûbêj kirin.

Karbidestekî Wezerata Derve ya Amerîka berîya civînê got ku di hevdîtinan de mijara gelo Taliban dikare erkên xwe bicîh bîne û hêvîyên dewletên navnatewî jî wê werin nîqaşkirin.

Berîya serdana Almanyayê, Blinken da zanîn ku di serdana xwe ya Qatarê de, Amerîka û hevalbendên xwe bang li Talibanê kirin ku soza xwe bicihbîne û destûrê bide wan kesên ku bi belgeyên fermî yên rewîtîyê dixwazin ji Afganîstanê derkevin. Berîya vekişandina dawî ya Amerîka ji Afgnistanê gelek kesan xwestinê ji wî welatî derkevin, lê heta nihe ew nikarine derkevin.

Wezerata Derve got di hevdîtinên roja Çarşemê de mijaren wekî dijî-teror jî wê were nîqaş kirin û her wiha pêkanîna mafên mirov li Afganîstanê.

XS
SM
MD
LG