Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dîyar kir ku ger Tirkîye ji Amerîka firokên F-16 bikire ewê kêrî her du alîyan jî were.
Blinken got ku Tirkîye hevbenda NATO ye û girîng e ku firokên wê yên nûjen yên F-16 hebin.
Wezîrê Amerîka li Vilnius ya Lîtvanya pirsên televîzyona MSNBC bersîvandin.
Li ser pirsa ‘’Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, Swêd jibo endamtîya li NATO qebûl kir, ewê seba vê çend firokên F-16 bistîne’’, Blinken got ku bi beşdarîya Fînlandîya û Swêdê hevpeymanî wê hîn xurttir be.
‘’Qonaxa beşdarîya Swêdê ya li NATO bi erêkirina Tirkîyê pêşve çû, lê ew rêvebirî dixwaze ku F-16’ên wê jî hebin. Tirkîye hevbenda NATO ye’
Blinken dîyar kir ku ew niha nikare ser navê Kongresê biaxife, lê got ku ger Tirkîye ji Amerîka firokên F-16 bistîne ewê bi awayekî dualî jibo berjewendîya Washington û Enqerê be.
Enqere dibêje ku ser endamtîya Swêdê ya li NATO û firokên F-16 ti peywendî tuneye.
Rêvebirîya Amerîka jî dibêje ku ew her du mijar ne girêdayî hevdu ne, lê hin senatorên daxuyanîyên dijî rêvebirîyên Enqere û Washingtonê didin.
Rêberê Komarîyên li Civata Senatoran Mitch McConnel gotibû ku heta ku Tirkîye endamtîya Swêdê dipejirîne ew naxwaze ku Amerîka firokên F-16 bide Tirkîyê.
Jêder: VOA, Reuters