Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Piştrast Dike ku Biden Pejirandîye ku Ukrayna Çekên Amerîkî bo Lêdana Armancên Nava Rûsyayê Bixebitîne


Wezîrê Derve yê Amerîkî Antony Blinken îro Înê piştrast kir ku Serokê Amerîkî Joe Biden erê kiriye ku Ukrayna çekên Amerîkî jibo lêdana armancên li hindurê Rûsyayê bi kar bîne.

Blinken, di prekonferansa piştî civîna nefermî ya wezîrên derve yên NATO, li Pragê ew daxuyanî da. Lê, wî zelal nekir ku gelo destûra Biden dikare heta bajar û armancên din yên Rûsî yên li hîn herêmên hindurê Rûsyayê berfireh be.

Blinken got ku ev pêngava Washingtonê guhertineke berbiçav di sîyaseta Biden de dike ku bi berê rê nedida Ukrayna ku çekên Amerîkî jibo lêdanan armanca li nava axa Rûsyayê bixebitîne.

Lê, ew biryar di encama stratejîya Amerîkî ya xwe guncawandina li gor şert û mercên qada şer e û niha Washington bersîvdana tiştên ku li herêma Kharkivê diqewimin nîşan dide.

"Ukrayna di van çend hefteyên borî de ji me destûr xwest ku ew bikaribin çekên ku jibo berevanîya hember vê êrîşkarîyê digirin li dijî hêzên Rûsî yên ku li hêla Rûsî yê sînor dicivin û piştre êrîşî Ukrayna dikin jî bi kar bînin, "Blinken got.

Amerîka dewleta yekê ye ku herî zêde çekan dide Ukraynayê ku xwe dijî şerê Rûsyayê biparêze ku di Sibata 2022’yan de destpê kiribû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG