Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken û Fîdan Ser Rewşa Gaza Peyîvîn


Belgium NATO
Belgium NATO

Wezîrê Amerîka Antony Blinken îro Înê bi hevtayê xwe yê Tirk Hakan Fîdan re kom bû.

Her du wezîr berî civîna li Wezareta Derve bi awayekî kin jibo rojnamevanan axifîn.

Blinken di axaftina xwe de dîyar kir ku ew bi Tirkîyê re li hev dikin ku ew êşên jin, mêr û zarokên li Gaza bi pirtir alîkarîyan kêmtir bikin.

Wî got ku alîkarî piştî derbazî Gaza dibin jî divê bi awayekî karîger werin belav kirin û ser agirbestê jî got ku niha top li hêla Hamasê ye.

Wezîrê Amerîkî dîyar kir ku ew li benda biryara Hamasê ne û got ku herkes dizane ku ger bi agirbestê re rehîne werin berdan ewê rewiş kêrî herkesî were.

Fîdan jî dîyar kir ku divê civaka navnetewî jibo Gaza demûdest tevbigere.

‘’Pêdivîya Gaza bi alîkarîyên mirovî yên lezgîn heye. Jiber vê yekê divê agirbest were ragihandin û jibo alîkarîyan jî divê em bi hevdu re bixebitin.’’

Wî dîyar kir ku ewê di civîna îro de bi hevtayê xwe yê Amerîkî re ser jimareke mijarên girîng biaxife.

XS
SM
MD
LG